PSGê Kupaya Lîga Fransayê qazanc kir
PSGê di fînalê da 3-0 Monaco têk bir û ser hev cara pêncemîn rahêşt kupayê

Ile-de-France
PARÎS
Di fînala Kupaya Lîga Fransayê da Paris Saint-Germainê (PSG) 3-0 Monaco têk bir û bû şampiyon.
Li Bordeauxê di fînala kupayê ya li stada Matmut-Atlantiqueê da herdu tîmên sereke yên Fransayê PSG û Monaco hatin hemberî hev.
PSGya ku bilez dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeya 8emîn da bi gola Edinson Cavaniyê Urugayî ku ji penaltiyê avêt va 1-0 da pêşiyê. Yarîzanê PSGê yê ji Arjantînê Angel Di Maria di deqîqeya 21emîn da hat pêşiyê û tîma xwe 2-0 kir pêşiyê û dewreya yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
PSGya ku di dewreya duyemîn da bêtir hakîmî pêşbirkê bû, di deqîqeya 85emîn da bi gola Cavani va 3-0 bi ser ket.
PSGê bi vê encamê va ser hev ji bo cara 5emîn kupa bir muzeya xwe. PSG dîsa bi vê skorê va bi tevahî ev 7 car e dibe şampiyonê turnuvayê.
Dîsa par jî di fînala Kupaya Lîga Fransayê da PSGê 4-1 Monaco têk biribû û kupa biribû mala xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.