Tirkiye

PKK/PYD li Efrînê kesên kal revand

PYDya şaxa PKKê ya li Sûriyeyê ji bo ku ciwanên li çolterên Efrîna navçeya Helebê ne bi mecbûrî tevlî refên xwe bike 10 kes revandin.

21.09.2016 - Rojanekırın : 22.09.2016
PKK/PYD li Efrînê kesên kal revand

Ankara

HELEB

 Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li Sûriyeyê ne hat hildan PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ji bo ku ciwanên li çolterên Efrîna navçeya Helebê, bi mecbûrî tevlî refên xwe bike kalên emrê wan di navbera 60 û 75 salan da ye revandin.

Hat gotin ku ji gundên Cuveyk û Îstaruyê 10 kesên bihîstîn wê zarokên wan bi zorê tevlî nav rêxistinê bên kirin li ser vê reviyan nav daristanê. Çavkaniyan got ku rêxistinê ji ciwanan ra xeber şand heke tevlî nav wan bibin wê bavên wan serbest bên berdan û tê gotin ku revandina kalan li hemberî ciwanan wek şantaj hat kirin.

PKK/PYDya rêxistina terorê ji bo ciwanan tevlî nav xwe bike di navbera Efrîn û Racûyê da kontrolên li ser rêyan zêdetir dike û astengiya li hemberî ciwanên li herêmên pîşeyê ne jî zexim dike.

Rêxistin li bakurê Sûriyeyê herêmên ku dike bin kontrola xwe car caran ciwanên emrê wan di navbera 18 û 30 salî da ne ji bo tevlî nav refên xwe bike bi zorê digire. Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın