13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, leşkeriya berdêl di rojeva kabîneyê da tuneye.
Erdogan beriya ku di komcivîna partiya xwe da biaxive rojnamegerekî li ser nîqaşên leşkeriya berdêl pirs jê pirsî û Erdogan bersiv da.
Erdogan li ser pirsa "Li ser medyaya civakî der heqê leşkeriya berdêl da hin gotin hene, ew gotin yê we ne?" wiha got, "Gotina min nîne, min got 'Bi Birêz Serokwezîr ra em ê binirxînin'. Vê gavê tiştekî wisa tuneye."
Serokomar Erdogan got, "Di rojeva kabîneyê da leşkeriya berdêl tuneye, gotegota wê heye."