Önder Beyter
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
VAN
Li Wanê di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Cotkarên Ciwan ya Wezareta Çandinî û Daristanan da 60 gamêş dan 12 cotkarên ciwan.
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Îbrahîm Gorentaş di daxuyaniya xwe da diyar kir ku serê cotkarekî 5 gamêş dan 12 cotkaran ku ev jî bi temamî dike 60 serî gamêş.
Gorentaş bal kişand ku li Wanê salên berê bêtir gamêş dihatin xwedîkirin û niha jî ji bo cara yekê wan îsal gamêş da cotaran û wiha dewam kir, "Înşelah dê cardin li parêzgeha me xwedîkirina gamêşan berbelav bibe û bigihîje potansiyela xwe ya berê. Ez ji niha da hêvî dikim ku ev alîkarî li cotkarên me yên ciwan û çandiniya welatê me bi xêr be."
Gorentaş herwiha got ku di çarçoveya projeyên alîkariya ajelên wekî pez û dewaran da ew ê li gorî salnameya ku dê wezaret destnîşan bike, alîkariyê bidin wan cotkarên ciwan ku navê wan ketiye nava lîsteya alîkariyê.