Li "Uludaga" Başûrê Rojhilatê sezona kaşûnê vebû
Li Sîwereka navçeya Şanliûrfayê li Qerecdaxa ku li herêmê navenda kaşûnê ya tekane ye, sezona xweşiqitandinê vebû

Şanlıurfa
ŞANLIURFA
Li Sîwereka navçeya Şanliûrfayê li Qerecdaxa ku li herêmê navenda kaşûnê ya tekane ye, sezona xweşiqitandinê vebû.
Li Navenda Kaşûnê ya Qerecdaxê ku 45 kîlomêtre dûrî navenda navçeya Sîwerekê ye û di nav gel da wek "Uludaga Başûrê Rojhilatê" tê pênasekirin, qalindahiya berfê cî bi cî 60 santêm e û li naveneda ku 1919 raqim bilind e dawiya hefteyê qerebalixî heye.
Kesên ku ji şiqitandinê hez dikin ji bajarên Gazîantep, Şanliûrfa, Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Adiyemanê û navçeyên wan rojane hatin û li tesîsê xwe dişqitînin û di hewaya paqij da li ser berfê mangal vêxistin û li kêfa xwe nihêrîn.
Hin welatî bi şaşik, egal, şalwar û pûşiyên xwe va xwe şiqitandin. Hin welatiyan xwe li ser xizekê şiqitand, hinek jî ketin teştê û xwe şiqitand.
Hin welatiyan bi topên berfê va leyîstin.
Ahmet Aritekînê ku xwe bi cil û bergên herêmî şiqitand got ku wî kêfeke xweş kir û wiha dewam kir: "Em li benda her kesî ne ku werin vê derê bîbinin û xwe bişqitînin, ji bo şiqitandinê navendeke xweş e û rê vekirî ne. Meriv bizanibe dikare bi şalvar va jî xwe bişqitîne."
Arzu Demirê jî got ku wê Navenda Kaşûnê ya Qerecdaxê pir eciband û wiha dewam kir, "Gotin ku teşt nebe meriv nikare xwe bişqitîne, me jî teşta xwe hilda û em hatin, me guh da zarokan. Bi teştê va şiqitandin bi kêf û zewq e."