Fatih Gazioğlu
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
MARDÎN (AA) - Savûra navçeya Mêrdînê ya ku wekî "mînyatura Mêrdînê" jî tê zanîn payîzan hê xweştir dibe.
Savûr ji Mêrdînê 50 kîlometre dûr e û di binê kelheyê hatiye avakirin. Savûr bi taybet bi hostetiya kevirên dîwaran tê nasîn.

Taxa Pinarbaşê ji wênekêşan eleqeyeke mezin dibîne. Zanyar Aziz Sancarê xwediyê Xelata Kîmyayê ya Nobelê jî li vî taxê hatiye dinyayê û mezin bûye.
Ji welatiyan Mehmet Sîncar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Savûr bi dîrok û xweşiya xwe şibiya Mêrdînê ye. Sîncar got ku kesên ku Savûrê carekê dibînin heyran dimînên û wiha dewam kir:

"Li navçeya me bi taybetî avahiyên me yên dîrokê tên ecibandin. Ev der payîzê jî gelekî xweş e. Bila hemû kes kerem bikin û bên xweşiyên Savûrê bibînin."