26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê li ser êxbara welatiyan, li zêviyekê hejmareke zêde çek û muhîmat hatin desteserkirin.
Walîtiyê daxuyand ku li herêmê operasyonên dijî rêxistina terorê dewam dikin û wiha hat îfadekirin:
"Li ser êxbara welatiyên me, li Taxa Gaziyê ya ser navendê li ereziyekê 3 çewal çek û muhîmat hatin desteserkirin. Di çewalan da 2 roketavêj, 15 serên roketên antî personel, 43 fişekên roketê, 2 tifingên bi makîne yên lûledirêj ên bi markeya bîxî, 7 keleşnîkofên bi markeya AK-47 hatin dîtin. Xebatên derbarê mijarê da didomin."