Önder Beyter
01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
DUBAÎ
Hat ragihandin ku li Dubaiyê çend saet beriya pîrozbahiyên sersalê li nêzîkê Birc Xelîfe ku bilindtirîn avahiya dinyayê ye agir bi otêleke 63 qatî ket.
Polêsê Dubaiyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Di otêla The Address Downtown"ê da şewat derket. Peywirdarên parastina sivîlan û dezgehên eleqedar ji bo vemirandina şewatê dixebitin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku şewat di qata 20an da ji derva va dest pê kir û ekîbên parastina sivîlan jî hewl didin ku kesên di bînayê da tehliye bikin û wiha hat gotin, "Em dixebitin û hewl didin ku agir derbasî hundirê bînayê nebe."
Der heqê derketina şewatê da heta niha tu daxuyanî nehat dayîn.