Li Balikesîrê 126 penaber hatin girtin
Li navçeya Ayvalikê 126 penaberên ku hewl didan bi dereqanûnî herin Midîlliya girava Yewnanîstanê hatin girtin
Balikesir
BALIKESÎR
Li Ayvalika navçeya Balikesîrê 126 penaberên ku hewl didan bi dereqanûnî herin Midîlliya girava Yewnanîstanê hatin girtin.
Li gor agahiyan 60 penaberên ku di nav de jin û zarok jî hebûn û dixwestin bi boteke lastîk herin girava Midîlliyê, li qeraxa Badavutê ji hêla hêzên qeraxê va hatîn girtin.
Hêzên qeraxê penaber teslîmî Fermandariya Koma Ayvalikê ya Ewlehiya Qereqê ya Egeya Bakur kirin.
Ji bilî van 66 penaberên ji Sûriyeyê jî dema ku hewl didan herîn Yewnanîstanê hatin girtin.
Bi tevahî 126 penaberên ku hatin girtin piştî kar û barên wan ê fermî li fermandariyê qedîya wê teslîmî Navenda Îdareya Koçê ya Balikesîrê bên kirin.