Haydar Şahin
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 11 Tebax 2018
ERZURUM
Li 5 Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa ew ê ewravî be û baranê bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewa ew ê ewravî û ewrsayî be, tê texmînkirin ku piştî nîvro ew ê li Qers, Erdexan, Îdir, Agirî û bakurê Erziromê şilî bibare.
Li bendê ne ku di germahiya hewaya herêmê da guherîn çênebe û wekî germahiya demsalê dewam bike.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 20, li Tunceliyê 18, li Erzincanê 14, li Agiriyê 12, li Erzirom û Qersê 10, li Erdexanê 9 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 34, li Îdirê 32, li Agirî û Erzincanê 30, li Erziromê 26, li Qersê 24, li Erdexanê 22 pile be.