13 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
İZMİR
Li 5 navçeyên Îzmirê, Menemen, Buca, Gaziemir, Bayrakli û Narlidereyê bi hevwextî operasyon hatin lidarxistin, bi îdiaya ku endamê YDG-Hya baskê gencan yên PKKya rêxistina terorê ne 11 kes hatin binçavkirin.
Di lêgerîna malên gumanbaran da tivingeke nêçîrê, demançeyek ku ji qurusiqiyê çêkiribûn û hejmarek gelek dokumentên rêxistinê hatin desteserkirin.
Gumanbar piştî kontrolê wan yên tendirustiyê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya li Bozyakayê, bi mebesta jêpirsînê birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.
Hat ragihandin ku gumanbar li Îzmirê li ser navê PKKya rêxistina terorê beşdarî çalakiyan bûne û di wan çalakiyan da bi teqemeniyên destî, molotof, kevir û daran êrîş li dijî hêzên ewlekariyê û avahiyên hikûmî li dar xistine.