29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê nûçeya ku Heşda Şebî ber bi Telafera navçeya Mûsilê va birêketiye da axivî.
Serokomar got, "Pirsa Telaferê ji bo mijareke hessas e. Bîr û fikra me der barê Telaferê da eşkere ye. Der barê Şingalê da jî. Ne bi dilê me ye ku Heşda Şebî midaxeleyî wan deran bike. Min ev mijar bi eşkereyî ji bo rayedaran ragihand. Min go Telafer bi temamî navçeya Tirkmenan e. Nêvî ji wan şîe ne nêvî jî sunnî. Rast e em bi çavê misilmanan li hemiyan dinerin lê belê heger Heşda Şebî ku terorê bibe ser wan, wê bersiva me cuda be."