2016 ж. 06 қараша•Rojanekirin: 2016 ж. 06 қараша
MALATYA
Bona Meletî, Elazig, Bîngol, Adiyaman û Tunceliyê hişyariya çêbûna mij, seqem û cemedê kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, tê texmînkirin ku heya roja din serê sibehê li Meletî, Elazig, Bîngol, Adiyaman û Tunceliyê hewa sayî û kêmewr be.
Herwiha li gorî texmînê li van parêzgehan germahiya hewayê 2-3 pile dê germ be.
Tê pêşdîtin ku ji ber destê sibê bi şûnda li bakur û rojhilatê herêmê cî ciyan mij û xumam, seqem û cemed çêbe.