20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
ANKARA
Hat tesbîtkirin, li bakurê Sûriyê DAEŞa rêxistina terorê xwe amade dikir ku guleyan biavêje Tirkiyê, lê Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) 33 kozikên DAEŞê yên çekan ji bejayî û asmanan va bombebaran kirin. Di operasyonê da li gor tesbîtên ewilîn, 23 mensûbên DAEŞê hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li bakurê Sûriyê DAEŞa rêxistina terorê xwe amade dikir ku guleyan biavêje Tirkiyê, lê Hêzên Çekdar ên Tirkan bi obus û çekên herbê va 33 hedefên DAEŞê ku ji katyûşa û hawanan pêk dihat, bombebaran kirin. Jetên koalîsyonê jî ji asmanan va li hedefan dan.
Di operasyonê da li gor tesbîtên ewilîn, 23 mensûbên DAEŞê hatin kuştin, 3 avahî, kozikeke parastinê û dijetankek hat îmhakirin.
Hêzên ewlehiyê diyar kir, taarrûza mixalifên ku li Sûriyê herêma Yenî Yabanê bi dest xistine, dewam dike.