Dinya

Sekreterê Giştî yê NYê ragihand ku ji bo hewildanên agirbesta Xezeyê, pîrozbayî li DYA, Qeter, Misir û Tirkiyê dike

Islam Doğru  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Sekreterê Giştî yê NYê ragihand ku ji bo hewildanên agirbesta Xezeyê, pîrozbayî li DYA, Qeter, Misir û Tirkiyê dike

New York

 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)  ragihand ku ji bo hewildanên wan ên dîplomatîk di warê pêkanîna agirbestê li Xezeyê, pîrozbayî li DYA, Qeter, Misir û Tirkiyê dike.

Guterres li Navenda Giştî ya NYê ya li New Yorkê derket pêşberî kamerayan.

Guterres bal kişand ser peymana agirbestê ya li Xezeyê û ku tê payîn ku bikeve rewacê û got, "Divê pabendî bê kirin. Ez ji bo hewlên dîplomatîk ên DYAyê, Qeter, Misir û Tirkiyeyê, yên ji bo bidestxistina vê gava ku bi lezgînî pêk were, wan pîroz dikim. Em hemî demeke pir dirêj e li benda vê kêliyê bûn."

Guterres diyar kir ku NY amade ye ku alîkariya mirovî peyda bike dema ku agirbestek daîmî were pêkanîn û got, "Ji bo em destbikar bibin, em xwdedî pisporî, torên belavkirinê û têkiliyên civakî yên pêwîst in. Pêdivî amade ne û tîmên me di rewşa amadeyiyê de ne. Em dikarin demildest alîkariya xwarin, av, bijîşkî û stargehê zêde bikin."

Guterres her wiha bangawazî li welatên endamên NYê kir ku piştgiriya darayî ji bo operasyonên alîkariyê peyda bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.