"Haya darazê û burokrasiya sivîl ji hewldana derbeyê hebû"
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag der barê hewldana derbeyê ya FETOyê de got ku hin kesên ku di nav darazê û burokrasiya sivîl de ne baş dizanibûn ku wê roja înê hewldana derbeyê çêbibe.

Ankara
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag der barê hewldana derbeyê ya FETOyê de got: "Ez bawerim kesên ku di nava darazê û burokrasiya sivîl de ne, eleqeya wan bi derbeyê heye. Yên ku Dadgeha Bilind, Şêwra Dewletê û Dadgeha Bilind de ne û hin kesên ku di nav darazê de ne çawa ku ez navê xwe baş dizanim, wan jî baş dizanibû ku hewldana derbeyê wê roja înê çêbibe."
- "DYA dizane ku Fetullah Gulen ev derbe kiriye"
Bozdag der barê agahiya Amerîkayê ji vê derbeyê hebû de jî wiha axivî: "DYA jî, Birêz Obama jî çawa ku navê xwe baş dizane, baş dizanin ku Fetullah Gulen ev derbe kiriye. Ez bawerim ku îstixbarata Amerîkayê dizanibû. Ez bawerim ku Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê dizanibû. Piştî vê saetê tu şika wan tune û ez jî pê bawerim, ev pir eşkere ye."