Spor

Fenerbahçe wê Feyenordê biezimîne

Di pêşbirka hefteya duyemîn a Lîga Ewropayê ya UEFAyê da Fenerbahçe û Feyenorda tîma Hollandayê wê bên hemberî hev.

28.09.2016 - Rojanekırın : 28.09.2016
Fenerbahçe wê Feyenordê biezimîne

Istanbul

ÎSTANBUL

Fenerbahçeya nûnerê Tirkiyeyê di pêşbirka hefteya duyemîn a Koma Ayê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê da wê bi Feyenorda tîma Hollandayê ra bê hemberî hev.

Feyenorda tîma Hollandayê di vê heyama Lîga Hollandayê û Lîga Ewropayê ya UEFAyê da hemû pêşbirkan ji reqîbên xwe bir û têk neçû. Fenerbahçe jî dixwaze ku reqîbê xwe têk bibe û bê pûan bişîne malê.

Pêşbirka di navbera Fenerbahçe û Feyenordê da wê di saet 22.05an da li Stada Ulkerê dest pê bike.

Di Koma Ayê da pêşbirka din jî wê di navbera Manchester United û Zoryayê da li Stada Old Trafford a bajarê Manchester di saet 22.05an da bê kirin.

Di Koma Ayê ya Lîga UEFAyê da rewşa puan wiha ye:

TîmN* S* B* T* GA* GX* Av* P*
1- Feyenoord 11 0 0 1 0 1 3
2- Zorya 10 1 0 1 1 0 1
3- Fenerbahçe 10 1 0 1 1 0 1
4- Manchester United 10 0 1 0 1 -1 0


*Ravekirina daxuyaniyên kurt:

N: Nîvendî

S: Serkeftin

B: Beramberî

T: Têkçûn

GA: Golên hatine avêtin

GX: Golên hatine xwarin

AV: Averaj

P: Pûan

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.