05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 06 Mijdar 2016
ANKARA
Di fezelekeyên parlementerên HDPyê yên ku neçûn îfadeyê û hatin binçavkirin da sûcên "qesta kuştinê", "endamtiya rêxistinê" û "di dema operasyonan da revandina terorîstan û ji bo dermankirinê alîkarî" hene.
Ji bo parlementerên HDPyê ku li ser telîmata serdozgeriyên komarê yên Diyarbekir, Şirnex, Hekarî, Wan û Bîngolê hatin binçavkirin ji ber sûcê terorê gelek fezleke hene.
Der barê 55 parlementerên HDPyê da 511 dosye hene û bi gelemperî li ser terorê ne.
- Îdia û sûcên der barê Demirtaş da
Di fezelekeyên Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê da sûcên "endamtiya Rêxistina terorê", "ji bo sûc avakirina rêxistina terorê" û "li ser navê rêxistinê sûckirin" hene.
Di dosyeyên Demirtaş da wek mayîn ev sûc hene: "Biçûkxistina Komara Tirkiyeyê û propagandaya rêxistina terorê, biçûkxistina gelê tirk û Komar û Mexlisê, li Serokomar Heqaretkirin, biçûkxistina teşkîlata ewlehiyê û leşkerên dewletê, ji ber wezîfeyê niheqiya li karmendên kamuyê, paropagandaya PKKya Rêxistina terorê, di nav gel da derxistina kîn û nefretê, mixlafeta li dijî qanûna bi nimroya 2911an, tehrika ji bo sûckirinê û lihemberderketina qanûnan, bêbextiya li wezîfedarên kamuyê, teşwîqkirina sûc û alîkarbûn û hewla ji bo xirabkirina tyekîtî û bihevrabûna dewletê."
Sûcên ku di dosyeya Fîgen Yuksekdagê da hatine nivîsandin wiha ne:
"Ji bo kirina sûc avakirina rêxistinê, kirina propagandaya rêxistinê, tehrîka kirina sûc, heqareta li dewlet, daraz, leşker, ewlekarî û hikûmeta Tirkiyeyê, têkdana yekîtiya dewletê, pesindayîna sûc û sûcdar."
- Alîkariyê rêxistina terorê di dosyeyan da ne
Di fezlekeyê da tê gotin ku Faysal Sariyildizê parlementerê Şirnexê yê HDPê sûcên "rêvabirin û endamtiya rêxistina terorê, ji rêxistina terorê ra temînkirina sîlahan, bi zanayî alîkirina rêxistina terorê" kiriye.
- Sûcdarkirina "teşebisa kuştina qaymeqam"
Der heqê Ferhat Encuyê parlementerê HDPê yê Şirnexê da jî sûcên weke "ketina herêma leşkerî ya qedexekirî, reşkirina leşkeriyê li ber çavên gel, navtêdana kuştina kesekî wezîfekirî, kirina propagandaya rêxistina terorê, heqaretkirin li wezîfedarên dewletê" hatine tomarkirin.
Di bûyera ku li Uludereya Şirnexê qewimîbû û 34 kes hatibûn kuştin da Qeymeqamê wê demê Naîf Yavuz çûbû serdanê lê di xirecirê da birîndar bûbû û di dosyaya Encu da hat gotin ku wî sûcê "qesta kuştinê" kiriye û ji bo Qeymeqam Yavuz ji gel ra gotiye "lêxin, bikujin, biavêjin agir" û navtêdan kiriye.
Hat ragihandin ku Parlementera HDPê ya Wanê Tugba Hezer Ozturka li derveyê welête jî ji ber beşdarbûna şîna terorîstê ku di 17ê Sibatê da li Enqereyê êrîş lidarxsti û di dosyaya wê da sûcên wek "kirina propagandaya rêxistina terorê", "teşwîqkirina xelqê ji bo kîn û neyariyê" û "dayîna pesnê sûc û sûcdar" cih digire.
Di dosyaya Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Nursel Aydoganê da jî hat gotin ku sûcê "alîkirina rêxistina terorê bi zanayî" kiriye.