14 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2015
ANKARA
Serowezîr Ahmet Davutoglu got, "Hemî navçe, hemî bajar ê ji terorîstan bên paqijkirin. Piştî êrîşa dawî ya Daglîcayê min gotibû 'ev çiya ê ji terorê bên paqijkirin'. Anuha bi şanazî dibêjim, di wan çiyayan da terorîstek jî nema."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di weşana zîndî di A Haberê da, derbarê rojevê da bersiva pirsan da.
Davutoglu herwiha got, "Madem emê sîstemekê nû ava bikin, divê ev sîstem net be. Ez ne diwê fikrê da me ku sîstemeke karma fêda wê hebe. Sîstema karma bi şiklê şêwaza karkirina tirk ra guncav nîn e."
Davutoglu destnîşan kir ku makezagona heyî digel aliyên xwe yê nerênî, ji bo çawatiya karkirina ji îro pê da, weke kilavûzekê ye û got, "Gelo makezagona heyî dibe çareser ji çareserkirina pirsgirêkan ra? Bi eşkere dibêjim ev makezagon nabe çareser û sîstema siyasî jî çareser nake. Şiyana çareserkirina pirsgirêkan û siruşta têkiliya di navbera min û cenabê Serokomarê me da, vêna çareser dike. Mebesta min ji siruşta wê, mihebbet û ewlebûn e. Digel rêzdar Serokomarê me rabûrdeyeke me yî dirêj heye. Ji ber vê pirsgirêk çareser dibin."
- "Ez li daxuyaniyên Kiliçdaroglu ecêbmayî mam"
Davutoglu anî ziman ku di 30 salên dawî da, her baş têkoşîna dijî terorê di vê serdema dawî da hatiye kirin û bal kişand ser bûyerên terorê ku pêşî li deverên çiyayî çêdibûn û bi şiklekî qesdî ber bi bajar û navçeyan da hatine belavkirin û got, "Xendeq û barîkatên li Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Yuksekovayê dibine asteng ji jiyana rojane ra. Dixwazin gel bêzar bikin. Dema ku dewlet tedbîra xwe distîne dixwazin gel dewletê sûcdar bike. Çima em derketina derva qedexe dikin? Ez eşkere dibêjim, ez ji vî tiştî ne memnûn im. Çima em vê biryarê didin, ji ber ku em naxwazin kesên sivîl ji operasyonan bandor bibin."
Davutoglu teqez kir ku ji bo serkeftîbûna têkoşîna dijî terorê divê hemî kes di helwesteke hevbeş da bin û got, "Dema ku rêzdar Kiliçdaroglu, li Diyarbekirê got "Hevalên ku xendeq kolane" ez ecêb mam. Ji kuderê dibine hevalên te. Ewên ku jiyana rojane ya gel têk dibin dibin heval? Ku hinek wî weke heval bibînin, ewê hemî cureyê zulmkariyê jî, ji xwe ra rewa bibînin."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku di encama operasyonan da çiyayên Îkîyaka û Oramarê bi tevahî ji terorîstan hatin paqijkirin û got, "Hemî navçe, hemî bajar ê ji terorîstan bên paqijkirin. Piştî êrîşa dawî ya Daglîcayê min gotibû 'ev çiya ê ji terorê bên paqijkirin'. Anuha bi şanazî dibêjim, di wan çiyayan da terorîstek jî nema. Li Daglîcayê cihên ku leşkerên me hatin şehîdkirin yek bi yek hatin paqijkirin."