Tenduristî

"Di neqla ezayan ya ji zindiyan da em "dersê" didin cîhanê"

Tirkiye di mijara ji zindiyan neqla ezayê da pir serkeftî ye û perwerdeyê dide welatên din.

Türkan Tosun  | 04.07.2018 - Rojanekırın : 10.07.2018
"Di neqla ezayan ya ji zindiyan da em "dersê" didin cîhanê"

Ankara

MADRÎD 

Serokê Kordînatorên Neqla Ezayan (ONKOD) Dr. Yavuz Selîm Çinar li Madrîda paytextê Îspanyayê di Kongreya Neqla Ezayan a Navneteweyî de daxuyanî da nûçegihana AAyê û der barê rewşa neqla ezayan a li cîhanê û Tirkiyeyê da agahî da.

Çinar got li cîhanê nêzî 2 milyonî, li Tirkiyeyê jî ji 25 hezarî zêdetir nexweş li bendê ne ku ji bo wan eza bên neqilkirin û wiha axivî: "Lê mixabin her sal ji sedî 10ê van nexweşan heta ku neql bê kirin dimrin. Bêşik wek li cîhanê, li Tirkiyeyê jî hin tişt hene ku li ber neqla ezayan dibin asteng ku ya herî girîng temînkirina ezayan e."

Çinar anî ziman li gor daneyên herî dawîn ên Wezareta Tenduristiyê ji bo hezar û 87 kesî ji zindiyan, ji bo 359 kesî ji ji kadavrayan kezeb, ji bo 2 hezar û 647 kesî ji zindiyan û ji bo 693 kesî jî ji kadavrayan gurçik hatin neqilkirin.

Ji bo hewcedariya neqla ezayan Çinar got rojekê hewcedariya her kesî wê ezayan çêbibe, ji ber vê bexşandina ezayan pir muhim e.

Çinar got di neqla ezayan da bi taybetî jî di neqla gurçik û kezebê de Tirkiye pir serkeftî ye, lewra him xwedî tecrube ye û him jî aliyê teknîka cerahiyê va Tirkiye pêşva çûye.

Serokê ONKODê Çinar di vê mijarê de bal kişande rewşa Tirkiyeyê û wiha axivî: "Tirkiye di mijara ji zindiyan neqilkirinê da welatekî wisa ye ku perwerdeyê dide. Ji welatên cuda ên cîhanê doxtor tên welatê me ku cerahiya neqla ezayan hîn bibin û perwerdeyê bibînin. Di çarçoveya projeya Internatîonal Transplant Network-ITNê da me di nav sê salan de ji 76 welatan perwerde da 3 hezar kesên ku di vê qadê da dixebitin."

Çinar got li Tirkiyeyê ji zindiyan neqla ezayan pêşva çûye lewra kesên eqrebayên wan nexweş in bê teredud diçin ezayên xwe dibexşînin, ji bo ji kadavrayan jî neqla ezayan pêşva here xebat tên meşandin.

Çinar anî ziman neql di nav ewlehiyê da tên kirin û rê li ber suîstimalan hatiye girtin lewra mueyîdeyên hiquqî yên mezin hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.