"Di 15ê Tîrmehê da Meclisa me cara duduyan şerefa xazîtiyê hilda"
Serokomar Erdogan got, "Di 15ê Tîrmehê da Meclisa me piştî Şerê Rizgariyê cara duduyan şerefa xazîtiyê hilda."

TBMM
ANKARA
Serokomar Erdogan got, "Di 15ê Tîrmehê da Meclisa me piştî Şerê Rizgariyê cara duduyan şerefa xazîtiyê hilda."
"Kî bêyî 'lê' û 'lewra' ji 15ê Tîrmehê ra nebêje derbe û şermezar neke, ew jî perçeyekî derbeyê ye yan jî dildarê derbeyê ye.
"Bala xwe bidinê ev demek e kêm kes beşdarî çalakiyên rêxistina terorê dibin. Gelê herêmê bi gelemperî têkiliya xwe ya bi vê rêxistinê ya ku pêşeroja zarokên wan tarî dike, xwînê dirêje û pêşkêşî hêzên tarî dike, qut kiriye."
"Bi taybetî di van demên dawîn da em dibînin ku di polîtîkayên DYAyê yên li ser herêma ma da nakokî û tevlihevî hene. Qismekî rêveberiya DYAyê li Sûriyeyê bi PKK/PYD-YPGya rêxistina terorê ra xebatan didomîne, qismekî rêveberiyê jî polîtîkayên nêzîkî hesasiyetên me dişopîne."
"Bi demê ra şik û gumanên der barê meqama Serokomariyê da ku rasterast bi rayên gel hat hilbijartin, ji holê rabûn. Li gor baweriya min heta îro min wek Serokomarekî ku bi zagon, rêvebirî, daraz û gel ra bi kordîne wezîfeya xwe kir. Di pêşerojê da jî ez ê welatê xwe baş temsil bikim û li gor destûra bingehîn û li gor daxwaza gel bixebitim."
"Pêkanîna serbestiya vîzeyê ya ku Yekîtiya Ewropayê soz dabû welatê me dibê vê mehê têkeve rewacê. Çaxa ku li daxuyaniyên yekîtiyê mêze dikin dibînin ku hewl didin têkoşîna dijî terorê ya ku ji bo Tirkiyeyê zehf girîng e têxin pêşşertê pêvajoyê. Ez eşkere dibêjim: Ev helwesta îlan dike ku YE naxwaze soza ku dabûn Tirkiyeyê bigrin. Dîsa eşkere dibêjim ku: Ew dizanin..."
"Ez bi xemgînî hewlên li ku dixwazin zirarê Serokomar û meqama Serokomariyê dinihêrim. Di vir da hedef şexsê min nîne, hedef biryara gelê me ye. Heqê kesî tuneye wisa bike û taybetî jî yê Meclisê tuneye ku bi xwe jî bi hilbijartinê hatine. Hêvî dikim ku em vê nîqaşê li paş bihêlin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.