22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ANTALYA
Hat ragihandin ku Muammer A.yê Mîrlîwayê Qurmay ê ku di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya FETOyê da li Antalyayê hatibû binçavkirin di dolaba kincanda hatiye girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Muammer A.yê Mîrlîwayê Qurmay ê ku di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya FETOyê da li Antalyayê hatibû binçavkirin hat tesbîtkirin ku di koma Whatsappê ya ku derbekaran da nivîs nivîsiye û hatiye wezîfedarkirin ku pireyên Stenbolê ji çûyîn û hatinê ra bigre. Muammer A. li Antalya piştî ku hat binçavkirin li Polîkilînîga Texmê ya Sema Yazar ji kontrola tenduristiyê hat derbaskirin.
Muammer A.yê ku di nivîsên Whatsappê da wek bînbaşî navê wî derbas dibe di rastiyê da mîrlîwayê qurmay e. Hat ragihandin ku Muammer A. li navçeya Muratpaşayê di mala eqrebeyekê xwe da ji bo ku neyê dîtin xwe di dolaba kincan da veşartibû.
Hatibû tesbîtkirin ku Muammer A. di koma Whatsappê ya ku serbazên endamê FETOyê di 15ê tîrmehê da vekiribûn da bi leşkerên din ra axiviye. Di nivîsan da Muammer A. dibêje "Li Kuleliyê pevçûn heye em guleyan berî komê didin", "Gelo em bi teyareyê êrîşî pireya duduyan a Stenbolê nekin?" û "Li Çengelkoyê me 4 kesên ku li dijî me derketin kuşt. Pirsgirêk tune".