06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "(Amerîka) Di nexşerêya me da lihevkirineke eşkere heye ku piştî Minbic hat temamkirin derbasî herêmên din bibin."
"Heger YPG/PKK li Minbicê ji herêmên xeta dewriyeyê vekişe ev nayê wê meneyê ku YPG/PKK ji Minbicê vekişiyaye."
"Em biryarên (sepanên) Amerîkayê yên der barê Îranê da rast nabînin."
"Rêvebiriya Amerîkayê (ji ber meseleya S-400î) naxwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra xera bike."
"(Der heqê FETO da) Dema ku her tiştî daynin ser maseyê em ê bibînin ku çiqasî cidî ne. Divê Amerîka mutefîqekî wekî Tirkiyeyê wenda neke."
"(Qedexekirina sembolên PKKyê) Awistiryayê xebateke wekî mînaka qanûna li Almanyayê da destpêkirin. Dibe payîzê bê ber destê parlamentoyê."
"Ji bona ku PKK ji axa Iraqê bê paqijkirin çi hewce bike em ê bikin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).
Daxuyaniyên Wezîr Çavuşoglu jî wê li ser malpera înternetê ya AAyê "www.aa.com.tr"yê û li ser hesabê Twîtterê yê "@anadoluajansi"yê rasterast bên weşandin.