Tirkiye

Dîroknasê Îslamê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma rakirin nexweşxaneyê

Dîroknasê Îslamê û Dekanê Fekulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma, nexweş ket

İbrahim Atmaca  | 30.10.2018 - Rojanekırın : 31.10.2018
Dîroknasê Îslamê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma rakirin nexweşxaneyê

Siirt

SÎÎRT

Dîroknasê Îslamê û Dekanê Fekulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma, nexweş ket.

Hat gotin ku Prof. Dr. Sirma ji ber enfeksiyonê nexweş ketiye û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk bi Cîgirê Fermandarê Garnîzonê Albay Murat Guzelcan, Cîgirê Şaredar Ceyhun Dilşad Taşkin, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tuxgeneral Huseyîn Hîlmî Atabay û Midûrê Emniyeta Bajêr Saruhan Kizilay li nexweşxaneyê Sirma ziyaret kir.

Walî Atîk der heqê rewşa tenduristiya Sirma da ji Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Erol Emre Omur agahî hilda û piştr ra daxuyanî da û got ku rewşa tenduristiya Sirma ber bi başiyê va diçe.

Atîk got, "Xeceyê me ji bo welatê me û bajarê me kesekî biqîmet e. Xwedê şifayê jê ra bişîne. Rewşa wî ber bi başbûnê va diçe. Hekîmên me tedawiya wî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.