Elif Orhan
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 30 Tebax 2018
ANKARA
Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê qediya.
Civîna ku bi seroktiya Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi rê ve çû 3 seatan ajot.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civînê daxuyanî dan.
"Di rojeva me de efû tune"
Çelîk derbarê nîqaşên efûyê de got, "Di rojeva me de tune. Di pozîsyona me ya berê de tu guherîn tune."
Hilbijartinên Herêmî
Berdevk Çelîk herwiha got, "Me amadehiyên xwe yên der barê hilbijartinên herêmî de bi awayekî xurt hilda rojeva xwe."
Çelîk di bersiva pirsa 'Gelo dê di hilbijartinên herêmî de Îtifaqa Cumhûr çêbe yan na?' de got, "Ji bo niha nirxandineke me ya wekî di hilbijartinên herêmî de 'tişteke wiha dibe yan na' tune. Hêj ji bo wan wext heye."
Li dijî Macron bertek
Berdevkê AK Partiyê Çelîk ji bo daxuyaniyên Macronê Serokomarê Fransayê jî wiha got, "Em ji Birêz Serokomarê Fransayê dixwazin ku hem der barê Tirkiyeyê de gotinên hesas bibihîzin hem jî dixwazin bi bîr bixin ku bikaranîna mijarên wekî Îslam û terorê bi hev re, ne di rê de ye."