Ahmet Aydın
27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2018
KOCAELÎ
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Hûnê rabin ji wêderê ve hawanan biavêjin Hatayê, Reyhanliyê Kirikhanê, Kilîsê, Şanliurfayê, Akçakaleyê ha. Hûnê berdela vê bidin. Berdêla şehîdên me erzan nîn e. Emê koka we biqelînin. Him li hûndir him li derve."
Erdogan li Kocaeliyê li Meydana Çarşiyê ya Yuvacikê ji gel re axivî.
Serkomar Erdogan destnîşan kir ku ev axaftina silavdayinê ye û got, "Di vê axaftina silavdayinê de em gavekê diavêjin ku ev civîna me ya vêderê pê watadar dibe."
Erdogan bibîr xist ku dema derketine rê gotine, "Em di rêyekê zirav û dirêj de ne, bi şev û roj em diçin." û wiha pê de çû:
"Me çi gotibû? Emê bi şev û rojê herin. Nuha jî ev rêwîtiya me didome. Ji wêderê ve birayekî me îfadeyek bi kar anî got, 'bi kefenê xwe'. Ê welleh. Dema em derketin rê me çi got, 'Me kefenê xwe hilgirtiye'. Heta ev ruh di vî cesedî de be, emê temenê xwe di vê dozê de derbas kin.
Ev çiye, ev? Em xizmeta gelê xwe dikin. Me bawerî bi vê heye, 'Xeyrun nas men yenfeun Nas' Baştirê mirovan ew e ku fêdeya wî ji mirovan re heye. Heta em li ser vê rêyê bin wê rêxistinên terorê derkevin pêşberî me. Dema derketin pêşberî me jî emê wan berteref bikin. Weke ku min îro agahî sitend, 394 terorîst hatin berterefkirin. Kê ev tişt kir, Mehemedên min digel ASAyê. Hûnê rabin ji wêderê ve hawanan biavêjin Hatayê, Reyhanliyê Kirikhanê, Kilîsê, Şanliurfayê, Akçakaleyê ha. Hûnê berdela vê bidin. Berdêla şehîdên me herzan nîn e. Emê koka we biqelînin. Him li hûndir him li derve.""