Türkan Tosun
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
MUŞ
Li Bulanika navçeya Mûşê ji ber eyda Remezanê li çarşî û bazarê dan û stendin zêde bû, esnaf ji ber vê kêfxweş in.
Esnaf Cesîm Dolunay ji nûçegihanê AA yê ra daxuyand li navçeyê ji ber eyda Remezanê dan û stendin zêde bû.
Dolunay wiha axivî: "Di nav salê de karê me kêm bû, lê di eyda Remezanê de karê me baş e. Hin caran ji bilî eydan bêyî ku em siftehê bikin me dikanên xwe êvarê digirtin. Ji ber eydê welatî zêdetir cil û bergan dikirin. Ji eydê ra du roj man, bazar hinekî zindî bû."
Berber Naîm Yaman jî got ji ber eydê muşteriyên wî zêde bûne û wiha axivî: "Muşteriyên me bi têlefonê randevuyê hildidin. Ji ber ku karê me zêde ye em şev heta dereng dixebitin. Roja erafatê heta sibê dikanên me wê vekirî bin."