26 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) vê hefteya dawîn li Şirnex, Diyarbekir û Hekariyê di operasyonên dijî rêxistina cihêkar da 43 terorîst berteref kirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da der barê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê yên bi taybetî li Hekarî, Şirnex û bakurê Sûriyeyê da agahî hat dayîn.
Di operasyonên dijî rêxistina cihêkar ên navbera 17-24ê tebaxê da li Beytşebab, Încebel, Çiyayê Kato, Silopî û Çiyayê Nimêjê yên Şirnexê, Hêneya Diyarbekirê û Yuksekovaya Hekariyê 43 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 17 tiving, tivingeke bimakîne, 3 rokêtavêj, 4 tivingên nêçîrê, 2 debançe bi tevahî 27 sîlah, 280 kîlo amonyumnîtrat, 5,2 kîlo teqemeniya C-4ê, gelek mihîmat û amûrên ku pê bombeyan çêdikin û funye hatin girtin.
- Li Wanê wesayîta bombebarkirî hat îmhekirin
Di operasyona ku tê da 30 teqemeniyên bi destan çêkirî hatin îmhekirin da 14 sitargeh, baregeh, şikeft û depoyên ku terorîstan bi kar dianîn hatin teqandin.
Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Gurpinara navçeya Wanê operasyon birin ser wesayîta ku hat tesbîtkirin bombebarkirî ye. Di operasyonê da pevçûn derket û wesayît hat teqandin û tê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di çarçoveya tevdîrên li ser sînor ên li dijî çavkaniya fînansê ya herî mezin a rêxistina terorê da 100 hezar û 960 pakêt cixareya qaçax, 214 lître sotemenî, 200 serî kirkirk û 150 qiram esrar hat girtin.
Di encama xebatên kontrola hidûd da 9 hezar û 440 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji sînor derbas bibin hatin girtin.
Di operasyonên ku vê hefteya dawîn hatin kirin da 2 leşker şehîd ketin û 9 leşker jî birînda bûn.