Muhammet Kurşun
23 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
BATMAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Mitînga Batmanê axivî û got: "Siyaset li ser sindoqan tê kirin, di nav milet de tê kirin. Siyaset bi vedana çalan, bi xirabkirina avahiyan, li çolterê kuştina zarok, ciwan, kal û pîran nayê kirin. Siyaset bo refaha milet tê kirin. Bi molotofan, bi xwînrêtinê, bi darê zorê bi girtina derabeyan bi esnafan siyaset nayê kirin."
Yildirim li ser referandûmê jî wiha got:
"Yên ku ji destûra milet ditirsin mil bi mil dimeşin. FETO, PKK, DEAŞ, hemû ji bo kampanyaya 'na'yê dixebitin. Ewropaya ku van dibîne jî vala nasekine. Ewropa jî tevlî wan bû. Heta dikarin bibin yek, hû çi dikin bikin. Dê ev milet plana we xera bike."