"Atmosfereke erênî heye, tiştên divê werin kirin diyar in, pêvajo bi hemdê xwe dewam dike. Yên ku bi senaryoyên reşbînî va der barê pêvajoyê da dinivîsin ne bi rastiyan, hema bi wehmên xwe tevdigerin."
Oğuzhan Sarı
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Türkiye, TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Tirkiye di dawiya dawî da gihîşt wê pirdengiya ku salên dûr û dirêj hesreta wê dikişand û êdî ji vê veger tuneye."
Erdogan beşdarî Komcivîna Meclisê ya partiya xwe bû û tê da axivî.
Serokomar Erdogan li ser yekîtî û bihevrabûnê sekinî û wiha got "Di vê heyema dijwar a ku herêma me jê derbas dibe da, em mecbûr in ku cudahiyên xwe yên esl, meşrep û mezhebî bidin aliyekî, bibin yek û biratiyê xurt bikin. Çawa ku goşt û neynik ji hev naqetin, her wisa kes nikare bikeve navbera me û birayên me yên ku em bi hezar sal in li ser heman axê bi hev ra dijîn, kes nikare me ji hev cuda bike. Ketina defika kesên ku dixwazin li herêma me emeliyetan bikin, ji bo dîrok û îstiqbala me îxanet e. Tu kes nikare têkeve binê webalekî wiha."
Erdogan got ku karê me bi siyaseta rageşiyê, polemîkên nîfaqê, nîqaşên sexte û sanal ên ku kêrî milet nayên, tuneye û wiha dewam kir, "Em ji bo van tunene. Em tê da nebûn û em ê nebin. Tirkiye di dawiya dawî da gihîşt wê pirdengiya ku salên dûr û dirêj hesreta wê dikişand û êdî ji vê veger tuneye. Hûn nikarin bi gef, şantaj û heqaretên her ku diçe zêde dikin va li vî welatî kesî bitirsînin. Tirkiyeya berê ya ku hûn hîn bûne êdî tune. Heta ku Xwedê emir bide, em ê xewnên miletê xwe bikin rastî û înşallah em ê hê gelek salên din bigihêjin wê kêfxweşiyê ku xizmetê bidin welatê xwe. Em ê di demeke kin da xebata berfireh a ku me bi şîara 'Navenda Bihêz a Ji Bo Veberhênanan a di Sedsala Tirkiyeyê da' amade kiriye, pêşkêşî Meclisa xwe bikin.
Serokomar Erdogan got, "Kesên ji bo şaredarên ku ji gendeliyê tên darizandin, dengê xwe nakin, li dijî mensûbên çapemeniyê dengê xwe bilind dikin û li ser kursiyan tehdîdan dikin. Hûn nikarin bi gef, şantaj û heqaretên her ku diçe zêde dikin va li vî welatî kesî bitirsînin. Tirkiyeya berê ya ku hûn hîn bûne êdî tune. Ne wextê me heye ne jî niyeta me heye ku em bi lîstikên Bîzansiyan ên nava CHPyê ra mijûl bibin."
Erdogan li ser pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" jî sekinî û wiha got, "Atmosfereke erênî heye, tiştên divê werin kirin diyar in, pêvajo bi hemdê xwe dewam dike. Yên ku bi senaryoyên reşbînî va der barê pêvajoyê da dinivîsin ne bi rastiyan, hema bi wehmên xwe tevdigerin."