Utku Şimşek
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Tirkiye dê di çarçoveya Zîrweya NATOyê ya 36em da ku li Enqereyê dê bê lidarxistin, ji xeynî serok dewlet û hikûmet ên 32 welatên endamên Îtifaqê, gelek lîder, bi qasî 100 wezîr, gelek dîplomat, nûnerên saziyên navneteweyî û bi hezaran mêvanên biyanî yên vexwendî biezimîne.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, di 7-8ê Tîrmehê da Tirkiye dê ji xeynî serok dewlet û hikûmet ên 32 welatên endamên NATOyê, Tirkiye dê gelek lîder, bi qasî 100 wezîr, gelek dîplomat, nûnerên saziyên navneteweyî û bi hezaran mêvanên biyanî yên vexwendî biezimîne.
Di çarçoveya zîrweyê da ya ku ji çaraliyê dinyayê derdora 3 hezar rojnameger, ekîbên têlevîzyonê, nûçegihanên wêneyan, nûnerên çapemeniya dijîtal û saziyên weşanê yên navneteweyî serlêdana akredîtasyonê kirin, 48 hezar û 841 jê ji ewlehiyê, 7 hezar û 447 jê ji cendirmeyê bi tevahî 56 hezar û 288 personelê ewlekariyê dê bên peywirdarkirin.
Ji xeynî van, ji bo têkoşîna dijî sûc û sûcdaran, di dorhêla sîberê da bi esasê 7/24an 639 personel dê fealiyetên dewriyeya dijîtal pêk bînin.
Di çarçoveya zîrweyê da bi her sê balafirgehên Enqere, Esenboga û Murtedê va xizmet dê ji beşdaran ra bê dayîn.
Zîrwe dê li gorî şablona standart a Sekreteryaya NATOyê bê birêvabirin.