23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
BRUKSEL
YEyê der barê Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Gişkî ya HDPê ya ku ji ber beşdarbûna cinazeyê terorîstekî MLKPê parlementeriya wê hat betalkirin û Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Gişkî yê HDPê yê ku ji ber ku heqaret li dewlet û miletê tirk kiriye 5 meh cezayê hepsê xwariye da daxuyanî da û diyar kir ku di nav fikaran da ne.
Di daxuyaniya Berdevkiya Komisyona YEyê da hat gotin tevdîra ku dane ser herdu Hevserokên Gişkî û 3 parlementerên HDPyî fikara ku piştî di gulanê da rakirina parêzbendiya parlementeran derkete holê zêde kir.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku YE bertekê nîşanî binçavkirin û girtina HDPyiyan dide û wiha hat gotin: "Tevlîbûna çalak a siyasetmedarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin ya li meclisê parçeyekî teehûdên Tirkiyeyê û statuya welatê namzed e."
- Biryara der heqê HDPyiyan da
Yasemîn Çîftçiya 25 salî ya endama MLKPeya rêxistina terorê di sala 2012an da bi teqîna bombeya bi desta hatiye çêkirin miribû û Yuksekdag jî tevlî bibîranîna li ser merzelê wê bibû û wê çaxê parlementer nebû.
Li ser vê der heqê 7 kesên Yuksekdag jî tev e da bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê doz hatibû vekirin û ji bo şikbaran 5 sal ceza hatibû xwestin. Doz di mijdara 2013an da bi dawî bibû û ji bo her yekî 10 meh ceza dabûn şikbaran.
Daraza Bilind di mijdara 2016an da ev cezaya tesdîq kiribû û pêr jî parlementeriya Yuksekdagê hatibû betalkirin.
Wek mayîn pêr jî bi hinceta "heqareta li gelê tirk, Komara Tirkiyeyê, sazî û ezayên wê" va 5 meh ceza dan Selahattîn Demirtaş Hevserokê Gişkî yê HDPê.
Îdrîs Balukenê parlementerê HDPê yê Diyarbekirê jî pêr li Enqereyê hatibû girtin.