DIYARBAKIR
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek der barê bûyerên li Cîzreya navçeya Şirnexê ku 2 kes mirin, 3 kes kes jî birîndar bûn da wiha got: "Bira hemû hêz ji hewldanên provokatîf dûr bisekinin. Xêra van bûyeran ji tu kesî re tune."
Yuksek li ber Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê daxuyanî da û got ku bûyerên wiha demeke dirêj e li herêmê diqewimin û wiha dewam kir: "Di bûyeran da hevalekî me yê partiyê mir. Lê dîsa jî divê bi tundî û çekan bersivê nedin. Divê em bi rêyên demokratîk û girseyî bertekê nîşan bidin. Hewldanên ji xeynî vê divê nebin."
Yuksek destnîşan kir ku di serî da li Cîzre û Silopiyê, li Diyarbekir, Batman û Bîngolê hewldanên provakasyonê hene û wiha got: "Bira hemû hêz ji hewldanên provokatîf dûr bisekinin. Xêra van bûyeran ji tu kesî re tune. Em naxwazin di navbera kurdan da pevçûn derkeve. Em naxwazin pevçûnên çekdariyê derkevin."
Parlementerê HDPyê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Parlementera HDPyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak jî beşdarî daxuyaniyê bûn.