VAN
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî li Wanê axivî: "Li bajarên ku di herêma teşwîqê ya 6mînê de ne, veberhênan û îstixdamê ji sedî 200 zêdebûn heye, lê Wanê mixabin em negihiştinê vê encamê."
Wezîr Zeybekçî ji bo Civîna Lijneya Giştî ya Serokatiya AK Partiyê ya navçeya Tûşbaya hat Wanê. Zeybekçî di taştê de bi nûnerên saziyên sivîl û karsazan Wanê re civiya.
Zeybekçî got ku înşellah di demeke nêz de ew ê ji bo 2 rojan dîsa bê û navçeyên Wanê bigere û binase. Zeybekçî axaftina xwe wiha dewam kir:
"Di vê civînê de ez hez dikim ku we guhdar bikim. Midûrên me yên giştî li vir in. Ez hez dikim Wanê binirxinîm. Ji bo veberhênan bi tenê tiştek heye. Ew jî hizûr e, aştî ye, biratî ye, halxweşî ye, yekîtî ye û bihevrebû ne."
Civînê piştî axaftina Zeybekçî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.