Polîtîka

Wezîrê Parastina Neteweyî Guler bi wezîrên Parastin û Karên Derva yên Sûriyeyê ra civiya

Yusuf Soykan Bal  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Wezîrê Parastina Neteweyî Guler bi wezîrên Parastin û Karên Derva yên Sûriyeyê ra civiya

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi Wezîrê Parastina Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra, Wezîrê Karên Derva Esad Hesen Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî Huseyîn El Seleme ra hevdîtin kir.

Wezaretê li ser Next Sosyala platforma medyaya civakî ya ku navenda wê Tirkiye ye, daxuyanî da û wiha got:

"Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi Wezîrê Parastina Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra, Wezîrê Karên Derva Esad Hesen Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî Huseyîn El Seleme ku welatê me bi awayekî fermî ziyaret dikin ra li Wezareta Parastina Neteweyî hevdîtin kir. Piştî hevdîtina ku tê da li ser mijarên dualî, parastina herêmî û ewlehiyê sekinîn, Wezîr Yaşar Guler û Wezîrê Parastina Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra, Muxtireya Mitabaqatê ya Perwerde û Şêwirmendiya Hevpar îmze kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.