Polîtîka

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya li Agiriyê bi welatiyan ra çayê vexwar û bi wan ra sohbet kir

Tevhid Furkan Nehri, Hilmi Tunahan Karakaya  | 12.09.2025 - Rojanekırın : 12.09.2025
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya li Agiriyê bi welatiyan ra çayê vexwar û bi wan ra sohbet kir Hilmi Tunahan Karakaya

Ağrı

Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya li Agiriyê bi welatiyan ra çayê vexwar û bi wan ra sohbet kir.

Yerlikayayê ku bi mebesta hinek serdanan li Agiriyê ye, beriya nimêja înê li baxçeyê çayxaneyekê rûnişt û bi welatiyan ra çayê vexwar û sohbet kir.

Yerlikayayê ku li Mizgefta Merkezê ya Agiriyê çû nimêja îne, dema derket li Cadeya Cumhuriyetê serdana dikandaran kir û ji bo jineke ku li bazarê bû şerpeyek diyarî kir.

Yerlikaya pişt ra derbasî Walîtiyê bû û digel nûnerên civaka sivîl civînek li dar xist.

Di dema serdanan da Walî Mustafa Koç û Parlementera AK Partiyê Ruken Kilercî refeqeta Yerlikaya kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın