Polîtîka

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu dîmenên malên li Îdlibê bi brîketan çêkirî, parve kir

Yıldız Nevin Gündoğmuş  | 06.08.2022 - Rojanekırın : 07.08.2022
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu dîmenên malên li Îdlibê bi brîketan çêkirî, parve kir

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dîmenên malên li Îdlibê di bin kordîneya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) da bi brîketan hatine çêkirin, parve kir.

Soylu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî rewşa dawîn a malên ji brîketê ku li Îdlibê çêkirine weşand.

Di peyama xwe da jî Soylu got: "Em beredayî xebernadin rêyên çareseriyê vedikin. Ji bo xwîşk û birayên me yên Sûriyeyê bikaribin bi rûmet, bi dildarî û bi ewle vegerin, li Îdlibê 62 hezar û 145 malên ji brîketê hatin temamkirin. Armanc ew e heta dawiya salê 100 hezar û 603 malên ji brîketê bi telîmata Serokomarê me û kordîneya AFAD û saziyên civakî yên sivîl va înşeallah bên temamkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.