Polîtîka

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zerîf Amerîkayê sûcdar kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji ber binpêkirina mafên reşikan Amerîkayê sûcdar kir

Abdullah Tel  | 22.01.2019 - Rojanekırın : 23.01.2019
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zerîf Amerîkayê sûcdar kir

Ankara

ANKARA

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi hinceta binpêkirina mafên reşikan rêveberiya Washîngtonê sûcdar kir.

Wezîr Zerîf di parvekirina ji ser hesabê xwe yê Twîtterê kir da binçavkirina Merziye Haşimî ya rojnamegera jin a reşik ku pêşkeşvana têlevizyona dewleta Îranê ye rexne kir. Haşimî heya ku îfadeya wê ya li dadgehê temam bibe wê binçavkirî be.

Di parvekirina xwe da Zerîf got: "Merziye Haşimî ya rojnameger û di heman demê da dapîr e bi hinceta revê heta ku îfadeya xwe ya li pêş juriya mezin temam bike wê binçavkirî be û lazime hikûmeta Amerîkayê rîska wê revê eşkere bike."

Zerîf di parvekirina xwe da kuştina Martin Luther King ê aktîvîstê Amerîkayî û parêzgerê mafên mirovan bi bîr xist û wiha pê da çû: "Piştî sûîqasta dijî MLK li Amerîkayê digel 50 salî hê jî mafên welatîbûnê yên jin û mêrên reşik tên binpêkirin."

Merziye Haşimî ya rojnameger û pêşkeşvana jin a reşik ku bi eslê xwe ji Amerîkayê ye hefteya borî ji bo malbata xwe bibîne ber bi eyaleta Missouriyê derketibû rê lê ew li St. Louîs a ser heman eyaleta ye hatibû binçavkirin.

Press TVyê di nûçeya xwe ya ku spart xizmên rojnamegerê da ragihand Haşimiya binçavkirî bi destê FBIyê va ber bi navenda Washîngtonê va hatiye şandin û di nûçeyê da hat gotin dema rojnamegera Îranî binçavkirine xwestine şalpa wê bi zorê ji serî bikin û li navenda binçavkirinê wê ji xwarin û xurekên helal mehrûm hiştine.

Li gor belgeyên Dadgeha Herêma Washington DCyê Haşimî di çarçoveya lêpirsînekê da bi hinceta "şahida maddî" ye hatiye binçavkirin.

Nehat gotin ku Haşimî di çarçoveya kîja lêpirsînê da hatiye binçavkirin û hat destnîşankirin piştî îfade dayîna wê ya li dadgehê temam bibe ew ê bê berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.