Polîtîka

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan: "Em li dijî midaxeleya eskerî ya li ser Îranê ne"

Sümeyye Dilara Dinçer, Sercan İrkin  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan: "Em li dijî midaxeleya eskerî ya li ser Îranê ne"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Em li dijî midaxeleya eskerî ya li Îranê ne; Îran divê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike."

Fîdan li otêleke li Stenbolê bi nûnerên rêxistinên medyayî yên neteweyî û navneteweyî yên li Tirkiyeyê ra civînek agahdarkirinê li dar xist.

Fîdan di civînê da tekezî kir ku ev mijar xwedî aliyekî têkiliyên navneteweyî ye ji ber ku Îran ji ber hin polîtîkayên xwe rastî mueyyideyan tê û got, "Em li dijî midaxeleya eskerî ya li Îranê ne; Îran divê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike."

Fîdan diyar kir ku wî pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi welatên herêmê ra ji hevtayên xwe yên Îranî ra ragihandiye û got, "Divê ew jî pirsgirêkên xwe yên di mijara nukleerî ya cîhanî da bi rêya dîplomasiyê bêyî ku tu derfetekê ji dest bidin çareser bikin, da ku pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku dibin sedema zehmetiyên aborî ji holê rabin."

Fîdan her wiha tekezî kir ku dabînkirina hin xizmetên aborî di bin tecrîda navneteweyî de tê sînordarkirin û got, "Îran xwedî nifûseke mezin, gelê wê dînamîk e. Nifûsekî wan yê sofîstîke heye ku xwestekeke pir zêde ji bo jiyan û beşdarbûna di jiyanê da heye. Dema ku hûn wan ji hin tiştan bêpar dikin, ev cure pirsgirêk derdikevin holê. Tiştê ku li vir tê tevlihevkirin ev e ku zehmetiyên aborî û yên din ên ku mirov pê ra rû bi rû dimînin wekî serhildaneke îdeolojîk li dijî rejimê têne pêşkêşkirin; ev bi rastî qadeke gewr e. Dema ku hûn ji nêz ve lê dinêrin, li vir tiştek tune ku îştaha hin welatên dijminê Îranê di warê dijminatiya li hember rejimê da veke, lê ev zehmetiyên aborî yên ku ji hêla polîtîkayên heyî va hatine afirandin û nekarîna derbaskirina wan, pirsgirêkan çêdikin. Em naxwazin li vir midaxele çêbibe, lê dema ku hûn li polîtîkayên (Serokê DYAyê Donald) Trump dinêrin, me heta niha nedîtiye ku ew pir caran serî li karanîna hêza bejayî bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.