Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: "Em her tim bi Tirkiyeyê ra di nava şêwreke nêzîk da ne"
Ankara
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku li herêmê pirsgirêkên mezin hene û ew her gav bi Tirkiyeyê ra di nava şêwreke nêzîk da ne.
Eraqçî ji bo hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan ra gihîşt Stenbolê.
Eraqçî li balafirgehê ji aliyê rayedaran va hat pêşwazîkirin û di hevpeyvînekê da bi televîzyona dewletê ya Îranê ra got, "Îran û Tirkiye du welatên cîran yên mezin in û em her gav li ser mijarên siyasî, aborî û çandî û her weha mijarên herêmî di şêwreke nêzîk da bûn. Li herêmê pirsgirêkên ezin hene û armancên ku ji hêla Amerîka û yên din va hatine diyarkirin, şêwirmendiyên nêzîktir bi Tirkiyeyê ra hewce dikin."
Eraqçî diyar kir ku di hevdîtinên bi rayedarên Tirk ra ew ê li ser dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên herêmî nêrînên xwe gotûbêj bikin.
