Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: "Êrîşkirina Îranê şaş e"
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, destnîşan kir ku destpêkirina cengê li hember Îranê ewê şaş be û got, "Pêşniyaza min a ji bo Amerîkiyan her tim ev bûye: dosyayên bi Îranê ra yek bi yek bigirin, bi nukleerî destpê bikin, wê bigirin, paşê derbasî yên din bibin."
Fîdan di hevpeyvîna xwe da ya ku beşeke wê li ser qenala El Cezîreyê ya Qeterê hat weşandin, li ser mijarên rojane daxuyanî dan.
Fîdan, diyar kir ku jinûva destpêkirina cengê bi Îranê ra xelet e û got, "Êrîşa li dijî Îranê şaş e. Jinûva destpêkirina cengê şaş e. Dema ku hûn (danûstandinan) dest pê dikin, Îran amade ye ku jinûva li ser dosyaya nukleerê danûstandinan bike."
Fîdan her wiha got, "Pêşniyaza min a ji bo Amerîkiyan her tim ev bûye: dosyayên bi Îranê ra yek bi yek bigirin, bi nukleerî destpê bikin, wê bigirin, paşê derbasî yên din bibin. Ger hûn wan hemûyan wekî tevahî pêşkêş bikin, dê ji bo hevalên me yên Îranî pir dijwar be ku fêm bikin û pêvajoyê bikin, û carinan dibe ku ew jî şermezar xuya bike. Ne tenê ji wan re, lê di heman demê da ji serokatiyê ra jî ravekirina vê yekê dê pir dijwar be. Ger em karibin tiştan bêtir tehemûl bikin, ez difikirim ku ev ê bibe alîkar."
Wezîr Fîdan di bersiva pirsa "Hin analîst dibêjin ku rêjîmeke nû ya herêmî derdikeve holê ku tê da DYA bi giranî bi dewletên navendî yên bihêz ra dixebite û aktorên ne-dewletî ji holê radike. Îran di vê wêneyê da li ku ye, an jî divê li ku be?" da got, "Îran bi rastî jî dikare di rewşek pir baş da be. Ez behsa rewşa heyî nakim; ez behsa qebare û şiyanên ku Îran dikare nîşan bide dikim."
Fîdan serdana xwe ya Îranê ya du meh berê û nîqaşên xwe yên eşkere bi hevtayên xwe yên Îranî ra bi bîr xist û tekez kir ku Îran hewce ye ku baweriyê li herêmê ava bike.
Fîdan wiha domand, "Divê ew bala xwe bidin ka welatên herêmî çawa wan dişopînin. Ji ber ku ew naçin tu derê, û em jî naçin. Ev çima giring e? Ji ber ku di nav sîstema dewleta neteweyî de, tevî îdeolojî, rejîmên mezhebî û hemî cûdahiyên din, divê em bizanin ka em çawa li herêma xwe hevkariyê bikin û bi hev ra bixebitin."
- Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hevtayê xwe yê Îranî Eraqçî ra di têlefonê da li ser geşedanên herêmê sekinî
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebbas Eraqçî ra bi têlefonê axivî û di çarçoveya geşedanên dawî yên herêmê da li ser hewildanên kêmkirina rageşiyê sekinîn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Fîdan û Eraqçî bi têlefonê axivîn.
Di axaftinê da her du wezîr di çarçoveya geşedanên dawî yên herêmê da li ser hewildanên kêmkirina rageşiyê sekinîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
