Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: Wisa xuya dike ku DYA û Îran ji bo pêkanîna rêkeftineke nukleerî amade ne

Büşranur Keskinkılıç  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: Wisa xuya dike ku DYA û Îran ji bo pêkanîna rêkeftineke nukleerî amade ne

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Wisa xuya dike ku DYA û Îran ji bo pêkanîna rêkeftineke nukleerî amade ne ku li hev bikin."

Fîdan li ser bûyerên rojane daxuyanî da rojnameya Financial Times a Brîtanyayî.

Fîdan diyar kir ku ji bo misogerkirina peymana nukleerî hem DYA û hem jî Îran amade ye û tekez kir ku berfirehkirina danûstandinan ku bernameya mûşekên balîstîk ên Tehranê jî di nav xwe da bigire, "ji bilî şerekî cuda tiştek din nayne."

Fîdan her wiha destnîşan kir ku hikûmeta DYAyê amadebûna xwe ya nermbûnê li ser daxwaza xwe ya bingehîn a rawestandina hemî çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê nîşan daye.

Fîdan diyar kir ku Îran "bi rastî dixwaze bigihêje rêkeftineke rastîn" û got: "Ez difikirim ku herwekî ku di peymana ku di sala 2015an da bi DYA û hêzên din ên cîhanê ra îmze kir, ewê sînordarkirinên li ser astên dewlemendkirinê û rejimeke teftîşê ya hişk qebûl bike."

Fîdan diyar kir ku ew bi rayedarên DYAyê, Îranî û herêmî ra di nav têkiliyê da ne û got, "Ev pêşketineke erênî ye û xuya ye Amerîkî amade ne li hember dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê di nav sînorên diyarkirî da tehemûl bikin."

Fîdan destnîşan kir ku hikûmeta Îranê fêm dike ku nerazîbûna gel bi giranî ji ber zehmetiyên aborî çêdibe û got, "Ji ber vê yekê, ew dizanin divê pirsgirêka mueyideyan çareser bibe."

Wezîr Fîdan diyar kir ku ew bawer nake li Îranê guhertineke rejimê çêbibe û got, "Bêguman saziyên hikûmetê û hin hedefên din dê derbeyên giran, zirar û wêraniyê bibînin. Lêbelê rejim dê wekî hebûneke siyasî li ser xwe bimîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.