Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: "Mixatabên me yên Iraqî cara ewil tescîl kir ku PKK 'rêxistina qedexekirî' ye"

Mehmet Şah Yılmaz  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 21.03.2024
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: "Mixatabên me yên Iraqî cara ewil tescîl kir ku PKK 'rêxistina qedexekirî' ye"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Mixatabên me yên Iraqî cara ewil tescîl kir ku PKK 'rêxistina qedexekirî' ye û li dijî berjewendiyên Iraq ye."

Wezîr Fîdan duh li Kirşehîrê beşdarî bernameya fitarê ya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê bû.

Fîdan li ser serkeftinên têkoşîna terorê yên Tirkiyeyê sekinî û wiha axivî:

"Em ê tu carî destûrê nedin ku li li ser welat û herêma me dek û dolaban bigerînin. Em ê destûrê nedin ku rêxistinên terorê yên wekî FETO, PKK û DEAŞê hem hizûra miletê me birevînin hem ya xwişk û birayên me yên li herêmê jî birevînin. Me ji bo vê stratejiya xwe herî dawîn gaveke herî berbiçav li Iraqê avêt. Mixatabên me yên Iraqî cara ewil tescîl kir ku PKK 'rêxistina qedexekirî' ye û li dijî berjewendiyên Iraq ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın