Can Efesoy
18 Tebax 2025•Rojanekirin: 19 Tebax 2025
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan beşdarî NSosyalê bû û parvekirina xwe ya ewil kir.
Parvekirina ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro serê sibehê parve kiribû, bû parvekirina ewil a ku Fîdan li ser NSosyalê bi şopînerên xwe ra parve kir.
Erdogan di parvekirina xwe ya ewil a li ser NSosyalê da cih dabû risteya "Di ber dîwarên beton da kulîlkekê vekir" a helbesta Erdem Beyazit a "Qasekî Şûnda Tavê Derkeve" ku di albuma xwe ya helbestê ya di 1999an da xwendibû û gotibû, "Hûn amade ne?"
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya bi etîketa "Em dest pê dikin" da emojiyên alaya Tirk, dinya û roketê jî parve kiribûn.