Serokomar Erdogan ji ber Salvegera 26emîn a Erdheja Marmarayê ya 17ê Tebaxê peyamek weşand

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo kesên ku di Erdheja Marmarayê ya 17ê Tebaxa 1999an da mirin got rehma Xwedê li wan be û sersaxî da malbat û eqrebayên wan.
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da wiha got: "Em êşa welatiyên xwe yên ku 26 sal berê di Erdheja Marmarayê ya 17ê Tebaxa 1999an da mirin hê jî hîs dikin. Di salvegera vê êşa mezin da ez ji bo kesên mirine rehma Xwedê hêvî dikim, careke din sersaxiyê didim malbat û eqrebayên wan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.