Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan: Ez difikirim di demeke ne dûr da li Şengal-Mexmûr-Qendîlê guhertinekê çêbe
Istanbul
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan der heqê hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Iraqê da wiha got, "Ez difikirim di demeke ne dûr da li Şengal-Mexmûr-Qendîlê guhertinekê çêbe."
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan li ser ekranê CNN Turkê, pirsên Ahmet Hakan bersivandin.
Hin nirxandinên Fidan ên derketin pêş wiha ne:
"(Amerîka-Îran) Niha qet nebe wisa dixuyê ku gefa şerekî jinişkêva tuneye.
(Îhtimala lihevkirinê) Em bêjin îhtimalek heye. Derî vebû.
(Gelo herdu alî dixwazin wext bi dest bixin yan mizakereyeke ji dil e?) Herdu jî. Ev ji ber stratejiyê ye. Dema mirov têkeve hevdîtinên bi vî rengî, amadekariyên senaryoyên din tên kirin. Tecrubeyeke wiha ya Îranê heye. Berî niha di dema axaftinê da Îran rastî êrîşê hatiye.
Ji (Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê) Rubio (di dema êrîşa dawîn da) me têlefonek wergirt: "Ji Îraniyan ra bêje di nav çend saetan da dibe ku her tişt bibe."
Xusûsa em baş dibînin, ji bo domandina mizakereyê îradenîşandana aliyan e.
(Mizakere) Biryareke giring bû ku ji dosyeya nukleerê dest pê bike. Mijara nukleerê mijara herî giring e.
Herêm nikare şerekî nû ragire.
Em dixwazin hemû derfetên rêgirtina li ber şerekî muhtemel bi kar bînin.
(Guhertina rejimê bi midaxeleya eskerî) Bi êrîşa asîmanî yan jî bi tiştekî din (li Îranê) rejim naguhere. Ew xayalekî badilhewa ye.
Pirsgirêk ne rejim bi xwe ye, pirsgirêk biryar û polîtîkayên rejimê ne. Hin rejim hene ku ji rejima Îranê bêtir navendî totalîstîk in.
Bombeya atomî ya Îraniyan tuneye, daneyek jî tuneye ku dixwazin çêkin."
Wezîr Fidan der heqê Sûriyeyê da wiha got, "Ku mirov derfet û alternatîfê bide gel, gelê Kurd dê ji cihekî din lê binihêre, wekî li Tirkiyeyê. Lingê wê yê Iraqê yê vî karî jî heye. Piştî bidawîbûna lingê Sûriyeyê, lingê Iraqê heye. Înşelah li Iraqê dê ji ya vir dersê derxin û biryareke biaqiltir bidin ku derbasbûna li wir hêsantir bibe.
Ji bo pirsa "Hûn dibêjin hebûna PKKyê ya li Iraqê jî dê bibe meseleyeke mezin?", Fidan got belê û wiha domand:
"Li Tirkiyeyê tu qadeke ku dagir kiribe tuneye. Lêbelê bereksê vê li Iraqê xakeke berfireh dagir kiriye. Pirsgirêk ji ya min bêtir bûya ya te. Tu (Iraq) çawa dewleteke serwer î ku tu wisa destûrê didî hebûna vê?"
Ji bo pirsa "Dibe ku hêza wê têrê nake?" jî Fidan got, "Teqez têrê dike. Di demeke ne dûr da ez difikirim li van deran (Şengal-Mexmûr-Qendîl) jî guhertinek çêbe."
Fidan her wiha got ku rewşeke wan a wisa tuneye ku li Iraqê hikûmet û serokwezîrê ku bi hilbijartinê hatiye, tercih nekin û wiha dewam kir, "Kê tê bira were, em bixebitin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
