Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Îsraîl dixwaze herêma xwe lawaztir bike û di nava kaosê da bihêle"

Ankara
Wezîrê Karên Hakan Derva Fîdan, "Îsraîl polîtîkayeke wisa dimeşîne ku herêma xwe lawaztir bike û di nava kaosê da bihêle."
Fîdan û Wezîra Karên Derva ya El Salvadorê Alexandra Hîll li Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivîn.
Wezîrê Karên Derva Fîdan bal kişand ser bûyerên li Suweydaya bajarê Sûriyeyê û wiha got, "Îsraîla ku naxwaze li derdora wê dewleteke biîstiqrar hebe, dixwaze Sûriyeyê parçe bike."
Fîdan destnîşan kir ku Îsraîl polîtîkayeke wisa dimeşîne ku dixwaze herêma xwe lawaztir bike û di nava kaosê da bihêle.
Wezîrê Karên Derva Fîdan di axaftina xwe da qesta komên li Sûriyeyê kir û wiha axivî, "Heger hûn ber bi bêîstiqrarî û parçekirinê da herin, wê ev ji bo ewlehiya me ya neteweyî gef be û em ê midaxele bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.