Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Îsraîl aştiyê naxwaze. Îsraîl îstiqrarê naxwaze"

New York
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Îsraîl aştiyê naxwaze. Îsraîl îstiqrarê naxwaze."
Fîdan li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da beşdarî rûniştina acil a ku rewşa însanî ya li Xezeyê tê da hat mizakerekirin, bû û axivî.
Fîdan destnîşan kir ku birçîbûn li Xezeyê wekî çekê tê bikaranîn û wiha dewam kir, "Tu rêgezeke hiqûqa însanî ya navneteweyî tuneye ku Îsraîlê binpê nekiribe. Piştî 80 salî dinya cardin dibe şahidê kampên komî. Li dijî tevahiya gelekî kampanyaya îmhekirinê dewam dike."
Fîdan diyar kir, Îsraîl stratejiya xwe ya êrîşkariyê ne tenê li Filistînê, di heman demê da dixwaze li Libnan, Sûriye û Îranê jî têxe rewacê û wiha dewam kir:
"Heke ev stratejiya Îsraîlê neyê kontrolkirin, rîsk heye ku bêîstiqrariyeke berfirehtir derkeve holê. Li Sûriyeyê tam jî ev yek heye. Êrîşkariya Îsraîlê aştiya hesas a Sûriyeyê tehdîd dike ku gelê Sûriyeyê ji bo vê aştiyê berdêlên mezin dan."
Wezîr Fîdan got ku êrîş li herêmê "xetên fayê yên nijadan kûrtir dike" û wiha dewam kir, "Êdî ji bo me hemûyan divê eşkere bibe; Îsraîl aştiyê naxwaze. Îsraîl îstiqrarê naxwaze."
Fîdan xîtabî Konseya Ewlehiyê ya NYê kir û wiha got, "Rastiyeke pir eşkere ye; Konseya Ewlehiyê ya NYê tenê gelê Xezeyê xeyalşikestî nekir, rûmeta mirovahiyê jî xeyalşikestî kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.