Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: YPG/HSD aktoreke ku Kurdên Sûriyeyê temsîl dike nîne

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got ku "(YPG/HSD) Aktorên ku Kurdên Sûriyeyê temsîl dike, nînin, ev realîteyek."

Salih Bilici  | 23.01.2026 - Rojanekırın : 24.01.2026
Wezîrê Karên Derva Fîdan: YPG/HSD aktoreke ku Kurdên Sûriyeyê temsîl dike nîne

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di weşana zindî ya NTVyê da pirsên der barê rojevê da bersivand.

Serenavên ku di nirxandinên Wezîr Fîdan da derketin pêş wiha ne:

- "(Îxtimala dirêjkirina agirbestê) Ya îdeal ew e ku mehkûmên DEAŞê ji Sûriyeyê (bo Iraqê) bên neqilkirin. Dema ev biqewime jî divê atmosfera bêpevçûniyê ya niha berdewam bike."

- Ji bo ku Amerîka li wir bimîne ya rast ji bo wan sedemek tune

- (YPG/HSD) Aktorên ku Kurdên Sûriyeyê temsîl dike, nînin, ev realîteyek.

- (Helwesta KCKyê) Heke dixwazin ku niyeta baş nîşan bidin bila dest pê bikin. Bila bi ji Sûriyeyê derxistina mensûbên PKKyê yên ne Sûriyeyî dest pê bikin

- Hûn bi gotina ez ê li Tirkiyeyê çalakiyên terorê nekim nagihêjin 'Tirkiyeya Bêteror", dema li aliyê din ê sînor bi deh hezaran mirovên ku rêxistinê çek danê hebin

- (Di hêza îstiqrarê ya li Xezeyê cî girtina Tirkiyeyê) Îradeya Serokomarê me ew e ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan çi hewce dike bikin, çi piştgiriya hewce dike hemû bidin, ya dîplomatîk, îstixbarî, eskerî, alîkariya însanî"

- "(Xwepêşandanên li Îranê) Berteka gel a ji bo pirsgirêka aborî gelekî mezin e

- Wekî ku tê xwestin ku rejim biçe qisekirin jî wisa fehmkirin jî dibe ku analîzeke rasteqîn a Îranê nebe

- Birînên li Sûriyeyê, li Iraqê hê nû nû dicebirin, di rewşeke wiha da em naxwazin ku birînên mezintir vebin"

- Em jî bi hemû hêza xw eva divê ji bo çareseriy apirsgirêkan bixebitin. Gotina dostan tûj e.

- Hê jî bi taybetî nîşaneyên lêgerîna êrîşa Îsrîalê ya dijî Îranê hene

- Serokomarê me di vê mijarê da gelekî hesas e. Pêşaniya me ew e ku nifûsa Xezeyî li Xezeyê bimîne

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.