Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: Tirkiye amade ye ku li Xezeyê berpirsyariyê hilde ser milên xwe

Mehmet Şah Yılmaz  | 16.11.2025 - Rojanekırın : 16.11.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan: Tirkiye amade ye ku li Xezeyê berpirsyariyê hilde ser milên xwe

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan derbarê helwesta Tirkiyeyê ya li ser şandina eskeran a ji bo Xezeyê da wiha got: "Tirkiye amade ye ku li Xezeyê berpirsiyariyê hilde ser milên xwe. Tevî şandina eskeran, di hemû mijaran da ew ê berpirsiyariya ku dikeve li ser milê xwe bi cî bîne. Ev peyama herî zelal e ku me di vê mijarê da daye civaka navneteweyî."

Wezîr Fîdan di weşana zindî ya A Haberê da pirsên li ser rojevê bersivandin.

Fîdan derbarê serdana xwe ya Amerîkayê da wiha got: "Beriya her tiştî girîng e ku divê ev bê gotin, Tirkiye di bin serokatiya Serokomarê me da ji bo Qesra Spî ya li Washingtonê hatiye vexwendin. Tevgera siyaseta derva ya Tirkiyeyê ya di salên dawî da nîşan daye ku navûdengê wê ya wekî hevkarekî pêbawer e, Tirkiyeyê kiriye aktorekî ku dixwazin bi wê ra li ser gelek mijaran hevkariyê bikin."

Wezîr Fîdan bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di meha Îlonê da bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra civiya û diyar kir ku di hevdîtinê da mijarên pir cidî yên derbarê têkiliyên dualî û herêmî yên Tirkiye-Amerîkayê da hatin axaftin.

Fîdan destnîşan kir ku li Qesra Spî di hevdîtinên ku bi rayedaran ra hatin kirin da mijara Sûriyeyê di serî da, zêdetir mijarên Filistîn û Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.

Wezîr Fîdan di mijara Xezeyê da wiha axivî: "Tirkiye amade ye ku li Xezeyê berpirsiyariyê hilde ser xwe milê xwe. Tevî şandina eskeran, di hemû mijaran da ew ê berpirsiyariya ku dikeve li ser milê xwe bi cî bîne. Ev peyama herî zelal e ku me di vê mijarê da daye civaka navneteweyî."

Fîdan anî ziman ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê normal e û wiha dewam kir "Tiştekî ji hebûna Tirkiyeyê ya li wir normaltir tune. Tespîtkirin, teşhîskirin, çareserkirina pirsgirêkan û pêşvebirina wan ne tenê ji bo berjewendiya Tirkiyeyê ye. Cudahiya herî mezin a Tirkiyeyê ya di siyaseta derve da ev e ku dema ew nêzîkî mijarekê dibe, ew tenê ji bo berjewendiya xwe nêzîkî wê nabe. Ew ji bo welatên din ên herêmê jî heman tiştî digere ku bi hev ra berjewendiyan pêşva bibin."

Fîdan bal kişand, mijara rêxistina terorê PKK/YPGya ku navê HSDyê bi kar tîne, mijareke giring e ku wan bi Amerîkayiyan ra xeberda û wiha dewam kir:

"Di çarçoveya yekîtiya helwesteke diyar da divê ev bê pêşxistin. Hûn dizanin, di hundirê pergala Amerîkan da dema angajeyî herêmê bûn, bi taybetî bi ser hinceta têkoşîna dijî DEAŞê ra li vir hin mekanîzmayên diyar, hin veberhênanên siyasî yên diyar û perspektîfeke diyar hene, ji serdema desthelatên pêşdatir hatine roja me. Niha bi paşdazivirandina vê, bidawîkirina wê bi awayê ku dê bi kêrî berjewendiya hemû aktoran were, baldarî, bipergalbûn û sebrekê dixwaze.

Di vir da rêveçûna hevdîtinên di navbera Şam û YPGyê da giring in. Hûn dizanin, ev hevdîtin demekê rawestiyan, bi taybetî piştî midaxeleya Îsraîlê ya dijî başûr, ji ber hin geşedanên li herêmê rawestiyan. Niha meseleya herî mezin a me û Amerîkayiyan ew e ku Îsraîl ji Sûriyeyê ji tehdîdbûnê bê derxistin, Sûriye jî ji bo Îsraîlê nebe tehdîd û herkes rêzê nîşanî serwerî û yekîtiya xaka hev bide. Vê gavê beşeke xaka Sûriyeyê di bin dagiriyê da ye, divê ev dagirî bi dawî bibe. Gelekî giring e ku Amerîka piştgiriyê dide pergal, refah û îstiqrara li Sûriyeyê.

Em li bendê ku hevdîtinên YPGyê yên bi Şamê ra bigihêjin xalekê. Hin mizakere hene, hin hevdîtin hene ku bi Amerîkayiyan ra tên kirin, hin hevdîtinên em dikin hene, em hewl didin ku ev hevdîtin li ser xalekê bigihêjin cihekê. YPG car caran ji rotaya xwe şaş dibe û hewl dide ji krîzeke nû ya herêmî sûdê werbigire. Lê divê bi wan bidin bibîrxistin ku tu xêra vê hewldanê ji wan ra tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın